Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zedê yên Helebê, li seranserê Brîtanyayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin. Bi sedan kes ji çar parçeyên Kurdistanê, li London, Galler, Reading û Skoçyayê li hev civiyan û êrîşan şermezar kirin.
Çalakî bi pêşengiya saziyên Kurd ên Brîtanyayê û Meclîsên Gelê Kurd hatin lidarxistin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin.
‘ÊRÎŞ BI ARMANCA SABOTEKIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK TÊN KIRIN’
Di daxuyaniyên hevpar ên çalakiyan de îşaret bi peymana 10’ê Adara 2025’an hate kirin ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de hate kirin. Hate destnîşankirin ku peymana navborî ji bo avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk, piralî û jiyana hevpar, gavekî dîrokî ye.
Girseya ku li Navenda Civaka Kurd a Mala Kurdan a Readingê li hev civiyan, heta Stasyona Readingê meşiyan. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Stasyonê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi armanca sabotekirina pêvajoya aştiyê têne kirin û wiha hate gotin, “Tevî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tu helwestekî neyînî nehate raber kirin jî, bi tank, top û çekên giran hewldanên dagirkeriyê yên li ser taxên Kurdan dewam dike. Divê neyê jibîrkirin ku îradeya ku li Rojava, derket, wê tu cara serî netewîne. Hikûmeta demkî ya li Şamê, divê li gorî peymana 10’ê Adarê tevbigere.”
‘EV NE PEVÇÛNEKE LEŞKERÎ, SÛCÊ ŞER E’
Girseya ku ji bajarên cuda ên li Gallerê li hev civiyan, li pêşiya Parlamentoya Neteweyî ya Cardiffê li hev civiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tiştên li taxên Kurdan diqewimin sûcê şer û mirovahiyê ye.
Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hate gotin, “Sivîlên li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê rûbirûyê êrîşên sîstematîk, dorpêç û cezayên komî tên. Mal têne bombebarankirin, zarok birîndar dibin, av û elektirîk bi zanebûn tên qutkirin û nahêlin mirov xwe bigihînin nexweşxane û alîkariyên mirovî. Tiştên ku diqewimin sûceke şer e ku li ber çavê cîhanê pêk tê.
‘KURDAN MIROVAHIYÊ PARASTIN’
Girseya ku ji Liverpoolê heta Lime Streetê meşiyan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişandin ser têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Gelê Kurd ne biyaniyê fedakariyê ne. Li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, mirovahiyê parastin. Bi hezaran jin û zilam ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo rûmeta mirovahiyê û ewlehiya gerdûnî jiyana xwe ji dest dan.”

JI EDINBURGHÊ BANG KIRIN: BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Navenda Civaka Kurd a paytexta Skoçya Edinburghê hat kirin de, bang li hikûmeta Keyaniya Yekbûyî û saziyên navneteweyî hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengî ne bêalîbûn e, hevkariya sûc e.
Hate xwestin ku hikûmeta Keyaniya Yekbûyî berpirsyariyên xwe yên dîplomatîk, hiqûqî û exlaqî bi cih bînin, êrîş werin rawestandin, helwestekî vekirî were girtin û korîdorên alîkariya mirovî werin vekirin.
JI LONDONÊ BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN
Gelê Kurd û dostên wan ên ku li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Green a Londonê li hev civiyan, bang li saziyên demokratîk, hikûmeta Îngilîz û civaka navneteweyî kirin. Di daxuyanyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna ku li Kurdistanê tê meşandin, berxwedaneke gerdûnî ya li dijî paşverîtû û tarîtiyê ye.
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, “Em bang li gelê Keyaniya Yekbûyî, sendîkayên wan, tevgerên jinan, rêxistinên ciwanan, akademîsyenan, rojnamevanan û hemû hêzên demokratîk dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û piştevaniya çalak bikin. Bêdengiya li hemberî sûcên şer, ne dîplomasî ye, hevkariya sûc e.”