Kurdistanî li Ewropayê daketin qadan

Kurdistanî ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan, ji bo balê bikêşin li ser berxwedana grevên birçîbûnê li Ewropayê daketin qadan û çalakî lidarxistin.

Li bajarê Norwêç Trondheîmê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate protesto kirin.

Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven û grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate silav kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînn’ , ‘Leyla Guven ne bi tenê ye’ û ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’ hate berzkirin.

BREMEN

Li bajarê Elmanya Bremenê jî Kurdistanî ji bo balê bikêşin li ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven çalakiyek lidarxistin.

Meş li pêşiya HBF’ê destpê kir û bi sedan kesên ji Bremen, Oldenbûrg, Bremen Hafenê hatibûn beşdar bûn. Parlamenterên Partiya Çep, hevserok û endamên partiyê û endamên Ciwanên Sosyalîst a Bremenê beşdar bûn.

Girseya gel dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî”, “Tecrîdê sûçê dijî mirovahiyê ye’ berz kirin û dovîzên “Tecrîdê bişkênin” û “Ji Ocalan re azadî” hildan.

Di çalakiyê de wêneyên Guven jî hate rakirin û belavok hatin belavkirin.

Li pêşiya parlamentoya eyaletê jî mîtîngek hate lidarxistin. Çalakgera greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Nîmet Sevîm jî bi rêya telefonê beşdar bû û axivî.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Elmanya Darmstadtê jî meşek hate lidarxistin. Di meşê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya yê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de bi telefonê beşdarî çalakiyê bû û got; “Divê têkoşîna we hê bêhtir geştir bibe û faşîzm were hilweşandn.” Sarikaya diyar kir ku heta Ocalan azad nebe divê her roj li qadan bin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hate gotin wê çalakî bidomin.

MANNHEÎM

Li bajarê Elmanya Mannehîmê li Paradeplatzê meşek hate lidarxistin.

Meş heta Sclossê dewam kir û çalakgerekî yê greva birçîbûnê ya Strasboûrgê bi rêya telefonê beşdarî meşê bû. Piştre mîtîngek hate lidarxistin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û belavok hatin belavkirin.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê jî KurdistanÎ û dostên wan ji bo balê bikêşin li ser berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda Îmralî çalakiyek lidarxist. Meş li Place du Clombîa bi beşdarbûna hezaran kesî destpê kir.

Meş heta Qada Repûblîqûeyê dom kir. Meclîsa Gel a Rennes û Meclîsa Jinan a Rennesê jî di nav de gelek axaftin ahtin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku heta hemû girtiyên politîk neyên berdan wê çalakî bidomin.