Kurdên li Stockholmê li dijî qetlîama Konyayê çalakî li dar xistin

Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn li hemberî kuştina malbata Dedeogullari ya li Konyayê çalakî lidarxistin.

Bi mebesta nîşandayîna nerazîbûna li hemberî êrîşa nijadperest a faşîstên AKP-MHP’î ku duh saetên êvarê li navçeya Meram a Konyayê 3 jê jin bi giştî 7 endamên malbata Dedeogûllari qetilkirin û piştre jî tevî cenazeyên wan mal dan ber agir, Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn li meydaneke nava bajêr hatin cem hev.

Di çalakiyê de ku çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HDP, PJAK û KJAR’ê hilgirtibûn bi zimanên Kurdî û Swêdî axaftin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinên hatin pêşkêşkirin de di serî de qetlîam û êrîşa nijadperestî ya li Konyayê ya li hemberî malbata Kurd bal hat kişandin li ser qetilkirina Denîz Poyraz, Hakîm Dal û hemû cûre êrîşên qirker û dagirker ên faşîzan yên dewleta Tirk û hat gotin ku bi wan êrîşan dixwazin gelê Kurd bitirsînin û bêdeng bikin. Her wiha hate gotin ku li hemberî wan êrîşan heya yek ji wan jî mabe ewê li ber xwe bidin û dawiya Erdogan hatiye û wê têk biçe.

Piştî axavtin hat pêşkêşkirin çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.