Kurdên li Sandvikenê êrîşên li ser Helebê protesto kirin
Meclisa Gel a Gavle-Borlange li bajarê Sandviken ê Swêdê êrîşên li ser Helebê protesto kir.
Meclisa Gel a Gavle-Borlange li bajarê Sandviken ê Swêdê êrîşên li ser Helebê protesto kir.
Çalakvanên ku li navenda Sandvikenê kom bûn, bi berzkirina dirûşmeyan hevgirtina bi taxên berxwedêr re nîşan dan.
Hevseroka Meclîsa Gel a Gavle-Borlange Jîn Haco di çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrîşên li Helebê ne tenê Kurdên li herêmê, her çar parçeyên Kurdistanê hedef digirin.
Haco diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrîşan e û bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û got, "Ez bi dil û can gelê me yê Rojhilat silav dikim."
Hevserokê NCDK-Swêdê Battal Battî jî bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di êrîşan de û got, "Divê Kurd bibin yek.” Battî diyar kir ku ew helwesta Bafil Talabanî û hewldanên Mesûd Barzaniyê girîng dibînin.
Hevserokê Komeleya Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte diyar kir ku ew kesên ku dibêjin “em xwişk û birayên hev ên olê ne“ Kurdan qetil dikin û got, "Lê em ê taxên xwe neterikînin. Divê berî her tiştî êrîşkar vê yekê bizanibin."
Hevserokê Komuna Sandvikenê Brûsk Rojava jî got, "Divê em bi rihê Kobanê li kêleka Helebê bisekinin; şervanên li wir bi rihê Kobanê li ber xwe didin. Divê em li Ewropayê bi heman rihê li kêleka wan bisekinin."