Kurdên li Rusyayê berxwedana li Rojava û Rojhilat silavkirin
Kurdistaniyên li Tambov û Moskowayê şehîdên Parîsê bi bîr anîn û bertek nîşanî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan û gotin, “Em berxwedana gelê xwe yê li Rojava û Rojhilat silav dikin.”
Kurdistaniyên li Tambov û Moskowayê şehîdên Parîsê bi bîr anîn û bertek nîşanî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan û gotin, “Em berxwedana gelê xwe yê li Rojava û Rojhilat silav dikin.”
Kurdistaniyên ku li Federasyona Rusyayê dijîn, li bajarê Tambov û Moskowayê bi daxuyaniyên çapemeniyê komkujiya Parîsê û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezarkirin.
TAMBOV
Li bajarê Miçurinsk ya girêdayî navçeya Tambovê, Meclisa Gel êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyê û Tirkiyeyê ve hat pêkanîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên hovane û komkujî li ser gelê me bi salan in tê berdewam kirin û cîhan kor û lal e. Em Kurdên Rusyayê parçeyek ji Kurdistanê ne û hemberî komkujiyên bi vi rengî diêşin û qebûl nakin. Gelê me bi salane li hemberî zilma dagirkeran li ber xwe dide. Em berxwedana gelê xwe ya li Rojava û Rojhilat silav dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo! Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
MOSKOW
Li Moskowayê jî li daxuyaniyeke ji aliyê Meclîsa Kurdên Moskowayê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate kirin û wiha hate gotin: “Wek hûn dizanin, li Rojavayê Kurdistanê, li Helebê çeteyên dewleta Tirk û hikûmeta demkî ya Şamê bi hedefa ku komkujiyek mezin li ser gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin, bi top û çekên giran êrîş kirin. Lê weke ku me dît gelê me û hêzên parastinê berxwadaniyeke pir mezin kirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîşên hovane ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi destên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê û bi hevkariya dewleta Tirk hat kirin û wiha hate gotin, “Em bêdengbûna dewletên navneteweyî li ser van êrîşan wek hevbendiya van hêzan bi van çeteyan re dibînin û şermezar dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi yekîtiya gelê Kurd hate kirin û wiha hate gotin: “Em yekîtiya gelê xwe silav dikin, me dît ku di zehmetiyên bi vê rengî de gelê me li hemû cîhanê bûye yek û amade ye derkeve û xwedî li hev derkevin. Ev ji bo me serkeftineke."