PKAN’ê daxuyaniyeke nivîskî da û ev yek anîn ziman:
‘’Em bi awayê herî tund operasyona leşkerî ya taxên Kurdan ên li bajarê Helebê hedef digirin û bi niyeta komkujiyê tên kirin, şermezar dikin. Ev êrîşên ku jiyana welatiyên sivîl hedef digirin, ne bi gotina ‘’ewlehiyê’’ ne jî bi tu hincetên siyasî dikarin werin rewakirin. Ev siyaseteke tundiyê ya eşkere ye; armanca wê gel e, rêveberiya tirs e û encama wê jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tiştên ku li Helebê rû didinî ne pêngaveke leşkerî ya cuda ye, hewleke tasfiyekirina sîstematîk a li dijî hebûna gelê Kurd e. Hêzên leşkerîû siyasî yên li pişt vê oprasyonê, divê tavilê êrîşên xwe bidin sekinandin û li gel mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî berpirsiyar werin darizandin. Em bang li civaka giştî ya navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin û ji bo dabînkirina agirbestê û hevdîtinan pêngavên şênber û hewce biavêjin. Navnîşana çareseriyê ne çek in, siyaset e, ne wêrankirin e, diyalog e.
Hêzên li pişt vê tabloya tarî divê bizanibin ku bi rêya zext û tundiyê îradeya gelekî teslîm nayê standin. Tecrûbeyên dîrokî nîşan dane: Berxwedana Kurdan têk neçûye û têk naçe. Bi salan e gelê me yê li Rojava li ber xwe daye, bedêlên mezin dane, parastina hebûn û rûmeta xwe kiriye; li Helebê jî wê ev êrîş werin pûçkirin. Îradeya ku parastina jiyanê dike wê li hemberî siyaseta mirin û komkujiyê ser bikeve.
Weke PKAN’ê em piştgiriya xwe ya ji bo gelê me yê li Helebê radigihînin; ji raya giştî re diyar dikin ku em ê ji bo rawestandina êrîşan, darizandina berpirsiyaran û çareseriyeke siyasî ya adilane û mayînde têkoşîna xwe bidomînin.’’