Kurdan li Parîsê DYE protesto kirin

Kurdan li Parîsê biryara DYE ya ku rêveberên Kurd dike hedef, protesto kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyan li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê biryara DYE’yê ya derbarê rêveberên Kurd protesto kirin.

Kurdan pankarta bi nivîsên ‘Her sê rêveberên Kurd, têkoşîna nirxên mirovahiyê dikin’ û ‘Çavê xwe mezin vekin, ma terorîstên rast ev in’ vekirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan vekirin û bê navber dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Ji bo Kurdistanê çareseriyek siyasî’, ‘Diktator Erdogan’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr kirin.

Hevserokê CDK-F’ê Necmettîn Demîrkapi li vir axivî û diyar kir ku meheke li pêşiya sefaretxaneya DYE’yê çalakiyan dike û got: “Hew rê bidin ku xaka pîroz a Kurdistanê ku malovanî ji hemû şaristaniyan re kiriye ji aliyê dewleta Tirk ve bê krîmînalîzekirin.”

Demîrkapi ji bo çalakiya ku wê 29’ê Gulanê roja Şemiyê saet 15:00’an li Qada Repûblîqûe a Parîsê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.