Kurd li Viyanayê ji bo Denîz Poyraz li qadan bûn

Kurdistanî û antîfaşîstên Avûstûralyayî li Viyanayê ji bo Denîz Poyraz a HDP’î û êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.

Li paytexta Avûstûralya Viyanayê Yekîtiya Hêza Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Şoreşger êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîr, qetilkirina Denîz Poyraz û êrîşên dagirekriya dewleta Tirk protesto kirin.

Çalakiya ku li Crîstîan-Broda Platzê hate kirin, antîfaşîstên Avûstûralyayî û Eniya Gel jî tevlî bûn.

Di axaftinên hatin kirin de Poyraz hate bibîranîn û peyama ‘Ne êrîşên dagirkeriyê û ne jî cînayet nikare me rawestînin’ hatin dayîn.

Li ser navê ciwanan jî axaftin hate kirin ku hate gotin wê ciwan hesabê ji AKP-MHP’ê hilde.

Piştî daxuyanî û axaftinên hatin kirin bi hildana alên HDP, YPG û YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.

Meş bi dirûşman heta Mûseûmqatîerê dom kir.