Kongreya 4’an a FCDK’ê pêk hat
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (FCDK) kongreya xwe pêk anî, hevserok û rêveberiya nû hilbijart.
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (FCDK) kongreya xwe pêk anî, hevserok û rêveberiya nû hilbijart.
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (FCDK) ji ber tedbîrên şewba vîrûsê bi tevlîbûna 60 kesî li bajarê Darmstatd a Elmanyayê Kongreya xwe ya 4’an pêk anî. Nûnerên Mardet Rojhilat, PYD, tevgera Jinan û KOMAW tevlî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê pêk hat.
Hevserokê MED-DEM’ê Tahir Koçer ewilê axivî û got: “Di roja îro de ji bo azadiya Rêbertiyê û xwedîderketina li berxwedana gerîla gelê me her rojê li qadan e. Îro di serî de li ser Rêbertiya me, gerîla, partî û gelê me êrîşên mezin hene. Dewleta Tirk bi destaka NATO, partiyên hevkar heta niha nekariye ji van êrîşan encam bigire, wê îro jî encam negirin.”
Koçer qala êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: “Gerîla îro soaza dayî Serok Apo û gel canê xwe dike mertal. Divê em jî li vir hêz bidin têkoşîna wan. Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin û dawî li operasyonên li ser gerîla bînin, divê li vir binirxînin û bigihêjin encamekê.”
Piştî axaftinan û şûnde rapor hatin xwendin, nirxandin hatin kirin. Piştre jî bi dengdanê hevserokên nû hatin hilbijartin.