KONGRA-GEL’ê Şoreşa Rojava pîroz kir: Armanc têkbirina faşîzmê ye
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê di salvegera wê ya 9’emînd e Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got “Armanc têkbirina faşîzma dewleta Tirk e.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê di salvegera wê ya 9’emînd e Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got “Armanc têkbirina faşîzma dewleta Tirk e.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew Şoreşa Rojava ji dil û can pîroz dikin.
Di daxuyaniya KONGRA-GEL’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em 9’emîn salvegera Şoreşa Rojava û gelên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember wana bejna xwe ditewînin. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Di salvegera şoreşê de em silav û rêzên xwe ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin.
Şoreşa Rojava di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladeke nû ye. Li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo, gel û baweriyên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinê li hemberî DAÎŞ’ê şoreşa mirovahiyê ava kirin. Bi bedelekî mezin tevahiya mirovahiyê ji felaketeke pir giran parastin.
Em bi vê wesîleyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî-Keldanî, Êrmenî, Tirkmen û ên din, bi coşa şoreşê silav dikin û serketinê dixwazin. Bê guman li hundur û derve gelek zehmetî û neyarên şoreşê heye. Lê belê em dizanin ku neyarê herî mezin ê şoreşê dewleta Tirk e. Berdevama dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, guhertina demografiyê, zilm û zora li ser gelê van herêman, ji bo Şoreşa Rojava êş û xeteriya herî mezin e. Bi vê wesîleyê em berxwedana gelê Efrînê, berxwedana li Şehba yê bi rêzdarî silav dikin û bawer dikin ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve, dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk biçin.
Neyarên şoreşa Rojava û gelên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê, bi dorpêça aboriyê bi awayekî dixwazin ku şoreşê tengav bikin û teslîm bigrin. Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî jî li gorî vê dorpêçê tevdigerin û Rojava ji alîkariyên bêpar dihêle.
Bêguman ev dorpêça siyasî û aborî ya li ser Rojava, girêdayî siyaseta dewleta Tirk e. Çareserî jî bi tenê berxwedana Rojava çênabe. Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya neyartiya gelê Kurd, di hemû parçeyên Kurdistanê de çareseriyê jî bi hev re girêdaye. Yanî dijî dewleta Tirk bi berxwedaneke gelemperî û bi têkçûna pergela faşîzmê, di hemû parçeyan de ji bo gelên Kurdistanê deriyê azadî û demokrasiyê vedibe. Ji derveyî vê çareserî nîne.
Ji ber sekinandina li hember dagirkeriya dewleta Tirk û xwedî derketina Rêber Apo, em gelê xwe yê Rojava dil û can silav dikin û dibêjin pêwîst e ev helwest berdewam bike.
Gelê çar perçeyên Kurdistanê li welat û derveyî welat, di vê demê de li gel dostên xwe pêwîst e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîna xwe geş bike. Hedef têkbirina faşîzma dewleta Tirk e.
Li ser vî esasî em car din 9’emîn Salvegera Şoreşa Rojava û Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can pîroz dikin, ji bo gelê xwe serketinê dixwazin.”