KON-MED'ê ji bo çalakiyên 1'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bang li gelan kir ku 1'ê Îlonê li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiyan bibin.
KON-MED'ê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bang li gelan kir ku 1'ê Îlonê li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiyan bibin.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst û netewe dewletan, Rojhilata Navîn veguheriye derya şer û hate gotin, "Li hemberî van êrişên qirkirinê ku di asta Şerê Cîhanê yê 3'emîn de ye, yekîtiya rêxistinî ya bindestan, bi taybetî jî yekîtiya Kurdan dikare sedsala 21'ê bike sedsala aştî, biratî, azadî, demokrasî û sedsala Kurdan.
Rejîma faşîst a Erdogan-AKP-MHP'ê di dema herî metirsîdar û hilweşîner de ye.
Rejîma qirker faşîst a AKP-MHP'ê wê di binê vê pêvajoyê de bimîne. Faşîzm wê hilweşe û teqez têk biçe.
Li ser vê bingehê dem dema rabûna li ber dagirkeriyê ye. Li dijî hêzên dagirker em xwe bi rêxistin bikin!
Di serî de gelê Kurd, em bang li hêzên li dijî faşîzmê hemûyan dikin ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên bêne lidarxistin bibin."