KON-MED’ê dewleta Elman şermezar kir û bang li gel kir

KON-MED’ê qedexekirina Kongreya KCDK-E’yê şermezar kir û bang li gel kir ku roj 11’ê Tîrmehê tevlê mîtînga protestokirinê bibe.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) astengkirina kongreya KCDK-E ya ji aliyê polîsên Elman şermezar kir.

KON-MED’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got; “4. Kongreya KCDK-E ku hatibû plankirin roja Yekşemê 11’ê Tîrmehê li bajarê Kolnê were lidarxistin, ji aliyê polîsên Elman ve bi binpêkirina demokrasî û huqûqê qedexe kir. Hincetên ku ji bo qedexekirinê didin nîşan dan di huqûqa Elmanya de cihê xwe tineye. Hemû saziyên Kurdan ku li gorî yasayên Ewropayê hatine damezirandin, bi şeklê ku di her alî pêdiviyên civakên Kurdistanî pêk bîne dixebite û bi armanca pêkanîna rastiya civaka exlaqî û polîtîk xebatên xwe bi rê ve dibe.”

‘YASAYÊN XWE BINPÊ KIR’

Di daxuyaniyê de ew jî hate gotin:

“KCDK-E rêxistina sîwan ya saziyên Kurd ku li Ewropa xebat dikin e.

Hukûmeta Elman bi vê biryara xwe destûra bingehîn û zagonên xwe binpê kir.

Hukûmeta Elman ya bi salane ku bi piştgirîdayîna polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ya li hemberî Kurdan polîtîkayên qetlîamên li Kurdistanê pêktên fînanse kiriye, careke din nîşan da ku li rex dewleta Tirk a faşîst û nûnerê wê Erdoganê dîktator cihê xwe digre.

BANGA TEVLÎBÛNA JI BO MÎTÎNGA 11’Ê TÎRMEHÊ

Wek KON-MED’ê em bang li hemû gelê xwe dikin ku di bin sîwana KCDK-E kom bibin û li hemberî wan êrîşên antî-demokratîk û derhuqûqî helwest nîşan bidin. Bang li hemû sazî, dezgeh, kesayet û saziyên navnetewî yên xwe demokrat û azadîxwaz pênase dikin ku li hemberî ev êrîşên li hemberî KCDK-E pêk hatî têkoşînek hevbeş pêş bixin.

Li ser vî bingehî roja 11’ê Tîrmehê saet 13:00’an li ber Messe/Deûtz (Ottoplatz) Bahnhof ya Kolnê em li benda hemû gel û dostên me ne ku tevlî mîtînga protestoyî bibin.”