KON-MED: Şengalê biparêze

KON-MED’ê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezarkir û banga “Li hemberî êrişên qirkirinê Şengalê biparêze” kir.

Konfedrasyona Civakê Kurdistanî yên li Elmanya (KON-MED) têkildarê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di êrişa dewleta Tirk de bi qasê wê di serî de Elmanya ku wê fînanse dike hemû dewletên endamê NATO jî ewqasê berpirsiyarin.

Daxuyaniya KON-MED wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst qirkirina Kurdan didomîne. Di êrîşa hewayî ya li ser navenda Şengalê de Hevserokê Rêveberiya Xweser Merwan Bedel şehîd bû û 2 zarokên wî bi giranî birîndar bûn. Em vê êrîşa hovane ya SÎHA’yan bi tundî şermezar dikin.

Yên ku bêdeng man û rê li ber qetlîamên dewleta Tirk a faşîst a hov vekir, hêzên navneteweyî, DYE û Elmanya ne. DYE ku qada hewayî ya Iraqê vekir, bi wê re her cûre rêbazê êrîşên derhiqûqî û dijmirovî yên dewleta Tirk a faşîst ku endamê NATO’yê ye, erê kiriye. Yê ku li ser esasê berjewendiyên aborî peymanan çêdike hikûmeta Elmanya ye. Bi pereyên ku ji peymana penaberan a YE’yê hatine bidestxistin, terora Tirkiye-DAÎŞ’ê tê fînansekirin. Bi ji nedîtî ve hatina hemû qetlîaman ji avakirina dewleteke DAÎŞ’ê ya ji nû ve re çavê xwe digire.

Divê gelê me li hemberî dewletên ku li beramberî van hemû qetlîaman bêdeng mane û erê kirine, li hemberî êrîşên dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk a faşîst ji her demê zêdetir xwedî li ax, ziman, çand û nirxên xwe yên netewî derkeve û bi pêşxistina yekîtiya xwe ya netewî li her derê li dijî mêtingeriyê berxwedanê mezin bike. Tenê bi vî awayî em dikarin komkujiyan rawestînin û xwedî li doza Kurdistan û pêşeroja xwe derbikevin.

Li ser vê esasê weke KON-MED em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî dostên xwe yên demokrat ên şoreşger dikin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin ser piyan, bi daketina qadan û mezinkirina têkoşînê ve xwedî li Şengalê derbikevin.”