Komkujiya li Helebê kete rojeva parlamenta Swêdê

Di pêşnûmepirsê de ji Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergar hate pirsîn ku li hemberî êrişên li ser Kurdên li Helebê û civakên din, wê wezareta dewleta Swêdê bikeve nava hewldaneke dîplomatîk an na.

Êriş û komkujiyên li hemberî Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kete rojeva Parlamenta Swêdê. Parlamenterê Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga pêşnûmepirsek pêşkêşî Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergar kir.

Kadîr Kasirga bi bîr xist ku li gel malbatên Kurd, her wiha malbatên ji pêkhateyên olî yên cuda ji Xiristiyan û Êzidiyan jî neçar man malên xwe biterikînin û ragihand ku ev rewş modeleke zilmê û tundiya bi rêk û pêk a li ser Kurdan, Xiristiyan, Elewî û Durziyan e.

Beşek ji pêşnûmeya parlamenter Kasirga bi vî rengî ye:

"Swêd ji aliyê parastina mafên mirovan, mafên hindikahiyan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve demeke dirêj e xwedî xeteke zelal e. Swêd her wiha parçeyek ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî di nav de ye. Ev yek jî berpirsyariya Swêdê ya ji bo aramiya li Sûriyeyê, parastina sivîlan û hurmeta li mafên mirovan hîn bêhtir destnîşan dike ku divê bikeve nava liv û tevgerê.

Di vê çarçoveyê de dixwazim vê pirsê li Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergard bikim:

Ji bo danûstandinên Swêdê yên bi aktorên li Sûriyeyê re di çarçoveya hurmeta li mafên hindikahiyên etnîkî û olî de be û tundiya li sivîlên li Helebê û herêmên din ên welêt bê rawestandin, plan dike ku kîjan tedbîran werbigirin?"

Gelek parlamenterên Sosyal Demokrat û Partiya Çep ên li Parlamenta Swêdê jî bi daxuyaniyan HTŞ ji ber komkujiya li Helebê şermezar kirin.