KOMAW: Em ê şopdarê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bin
KOMAW'ê Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, ''Em ê şopdarên wan bin''
KOMAW'ê Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, ''Em ê şopdarên wan bin''
KOMAW'ê derheqê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê got, ''Berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedaneke wiha ye ku encamên xwe yên dîrokî hene. Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan nirxandinek wiha kiriye, ''Heke ne ji berxwedana 14'ê Tîrmehêb ûya, belkî jî wê berxwedana 15'ê Tebaxê nebûya.''
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Gelê Kurd bi şanaziyeke mezin û bi serbilindî salvgera 39'an a berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê pêşwazî dike. Heke têkoşîna navnetewî gihaştibe vê astê bêguman rola berxwedana 14'ê Tîrmehê di vê de heye.''
KOMAW'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, Elî Çîçek, Akîf, Hayrî Durmuş bi bîr anî û got, ''Şehîdên Rojiya Mirinê bûne rihê berxwedanê yê gelê Kurd û têkoşîna netewî.''
KOMAW'ê herî dawî ragihand ku ew bi hurmet û minet şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin û ew ê li ser rêya wan bimeşin.