KOMAW’ê pêkanînên dermirovî yên li Efrînê şermezar kir

KOMAW’ê bal kişand ser sûcên der mirovî yên dewleta Tirk a li Efrînê û got: “Her cûre bersiva li hember Tirkiye rewa ye.”

Rêveberiya KOMAW’ê li ser pêkanînên ser mirovî yên dewleta Tirk a li Efrînê daxuyaniyek da.

KOMAW’ê bal kişand ser êrîş, talan, dagirkerî, revandin û guherîna demografî ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkerî û got: “Dewleta Tirk a bi vê sînordar nema, gorên şehîdan ên ji bo gel pîroz û bi nirx vekirin, texrîb kirin, hestiyên wan derxistin û birin ciheke din. Berî niha jî li Bakurê Kurdistanê gorên şehîdên azadî û demokrasiyê yên di têkoşîna netewî de şehîd bûbûn, bi balafiran bombe kirin û texrîb kirin. Ji niha û şûnde li dijî her cûre êrîşên li ser nirxên gel pêk were, li ser asta heq û hiqûqê her bersiva bê dayîn rewa û hiqûqî ye.”

KOMAW diyar kir ku dewletên cîhanê li ber êrîşên qirker û dermirovî yên dewleta Tirk bêdeng in, heman demê têkiliyên xwe yên aborî û leşkerî didomînin. KOMAW’ê wiha domand: “Bang li her welatê ku bi Tirkiye re di nava têkiliyan de ne re dikin ku; nebin hevkarên sûcên dewleta Tirk.”

KOMAW herî dawî diyar kir ku li ber nirxên şehîdan bejna xwe ditewîne û soz da ku wê girêdayî mîrasên şehîda bin.