KOMAW’ê ji bo Rojava û Rojhilat banga çalakiyê kir

Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) banga tevlîbûnê li meş û mitîngên ku wê li dijî komkujiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 16-18’ê Çileyê li seranserê Ewropayê bêne lidarxistin, kir.

Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), banga tevlîbûnê li meş û mitîngên ku wê li dijî komkujiyên ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê û Rojhilatê Kurdistanê têne kirin, di 16-18’ê Çileyê de li seranserê Ewropayê bêne lidarxistin, kir.

Di daxuyaniya KOMAW’ê de hate destnîşankirin ku divê her kes li bajarê ku lê ye derkeve qadan û ev êrîşên nemirovane şermezar bike. Di daxuyaniiyê de îşaret bi girîngiya eşkerekirina rûyê rast ê çeteyên HTŞ’ê bi rêya weşandina danezanan û lidarxistina meşan hate kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Êrîşên li dijî Rojava û Rojhilatê tên kirin, ne tenê li dijî Kurdan e, lê jî li dijî mirovahî û azadî ye. Bêdeng mayîn hevpariya bi zordaran e. Em bang hemû kesên rûmetdar dikin ku ji bo edalet, berxwedan û azadiyê dakevin qadan.”

KOMAW’ê bang li hemû saziyên demokratîk ên li Ewropayê û rêxistinên gel kir ku helwestekî hevpar di pêvajoya çalakiyê ku wê sê rojan dewam bike de, raber bikin.