Beriya civîna serokên Yekîtiya Ewropayê Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtina doza girtina HDP’ê jî li hewldana rejîma Erdogan a li hemberî mûxalefetê hatiye zêdekirin.
Koma Çepgir diyar kir hikumeta Tirk qaîdeyên bingehîn ên demokrasiyê bin pê dike û li hemberî HDP’ê zêdetir dozan vedike.
Koma Çepgir diyar kir doza girtina HDP’ê piştî êrişa li ser HDP’a Îzmîrê û kuştina Denîz Poyraz pêk hat û8 bang li serokên Yekîtiya Ewropayê kir ku bila mafên mirovan ên li Tirkiyeyê biparêzin.
Koma Çepgir diyar kir Selahattîn Demîrtaş di serî de divê girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî werin berdan.