Kesayetên naskirî yên Hindistanê bang kirin: Êrîşên li ser Helebê rawestînin!

Kesayetên naskirî yên Hindistanê û dostên wan bang kirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê demildest bên rawestandin û ewlehiya gelê Kurd were garantîkirin.

Di banga ku li rojnameya online ya bi navê The Citizen a Hindistanê hate weşandin de, hate diyarkirin ku êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan, fikareke mezin çêdike.

Hat diyarkirin ku êrîşên navborî li Sûriyeyê aştî û îstiqrarê dixe xeteriyê.

Di nameyê de bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hate kirin ku êrîşan rawestîne, çekên giran vekişîne, dorpêçê rake û ewlehiyê bixe garantiyê.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê ya beriya 15 salan li Sûriyeyê bi tevgera gel destpê kir, hîna didome û hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingehê sîstemeke nenavendî ya etnîk û komên ol digire nav xwe û adem-î daniye.

Hate destnîşankirin ku li ser bingehê azadiya jinan, dostatiya gelan û pîvanên rêveberiya xweseriya demokratîk, nifûsa zêdeyî 5 milyon a herêmê ji bo hemû Rojhilata Navîn mînakek girîng e û hate diyarkirin ku di têkoşîna li dijî hêzên mîna El Nusra û DAÎŞ’ê de gelên li vir 12.000 ewladên xwe ji dest dane.

Di nameyê de hate ragihand ku ew agirbesta herî dawî çêbûye bi memnûniyet pêşwazî dikin û wiha hate gotin: “Divê muzakere jinûve destpê bikin û peymana 10’ê Adarê bikeve meriyetê, ev yek neçariyek e. Em bang li welatên cîran ên Sûriyeyê û hêzên navneteweyî dikin ku bi roleke afirêner rabin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane tevkariyê bikin. Divê ji hewldanên provokatîf ên derve û yên îstiqrarê xira dikin, birevin.”

Navê kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:

1.      Prof. Achin Vanaik – Serokê Berê yê Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Delhi, Hindistan

2.      Feroz Mehdi – Sekreterê Giştî û Endamê Damezrîner ê Alternatives International, Hindistan

3.      Harsh Kapoor – Edîtorê Mainstream Weekly, Hindistan

4.      Pamela Philipose – Rojnamevan, Hindistan

5.      Prof. Rajeev Bhargava – Dîrektorê Navenda Lêkolînê ya Civakên Pêş Dikevin (CSDS), Dîrektorê Enstîtuya Fikirînê ya Hind, Hindistan

6.      Ranjan Solomon – Nivîskar, şîrovekarê siyasî û parêzvanê mafên mirovan, Hindistan

7.      Dr. Thomas Ehrlich Reifer – Profesor û Serokê Beşa Sosyolojî; Fakulkeya Xebatên Asya, Zanîngeha San Diego, ABD

8.      Ajay Mahurkar – Doçentê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Vekirî ya Neteweyî ya Indira Gandhi (IGNOU), Hindistan

9.      Ashok Agarwal – Parêzer, Hindistan

10. Prof. Anuradha M. Chenoy – Dekanê Berê yê Fakulteya Xebatên Navneteweyî ya Zanîngeha Jawaharlal Nehru, Hindistan

11. Francesco Martone – Senatorê Berê yê Îtalyan, îtalya

12. Dr. Shubhda Chaudhary – Analîstê Polîtîkaya Derve, Hindistan

13. Liz Davies KC – Parêzer û Şêwirmendiya Qraliyet, Îngilistan

14. Prof. Sumit Sarkar – Profesorê Dîrokê yê Zanîngeha Delhi ya Berê, Hindistan

15. Shuddhabrata Sengupta – Hunermend, nivîskar û kurator, Raqs Media Collective, Hindistan

16. Farooq Khan – Siyasetmedar, Hindistan

17. Aneel Prasad Hegde – Parlamenteriya Berê ya Rajya Sabha, Hindistan

18. Dr. Meera Sethi – Nûneriya Taybet Hindistan a Berê, BM/IOM (Rêxistina Koç a Navneteweyî), Hindistan

19. Miloon Kothari – Profesorê Mêhvan ê Enstîtuya Xebatên Pêşveçûnê û Navneteweyî ya Cenevreyê; Raportorê Taybet ê Konseya Mafên Mirovan a NY’ê yê Berê, Hindistan

20. Kunal Chattopadhyay – Profesorê Teqawid, Zanîngeha Jadavpur, Kalkuta, Hindistan