KCDK-E li hemberî qedexeya dewleta Elman kongreya xwe ‘li derve’ lidarxist

KCDK-E ku kongreya wê ji aliyê polîsên Elman ve hatibû qedexekirin, li derve li ber Gara Deûtz a Kolnê kongreya xwe lidarxist û rêveberî û hevserokên xwe yên nû hilbijart.

Li ser banga Konfedrasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanya (KON-MED) ku duh kiribû, saziyên girêdayî KCDK-E’yê li ber Gara Deûtz ya Kolnê di mîtîngê de hatin ba hev. Di axaftinên hatin kirin de li dijî qedexeyê helwesta nerazîbûnî hat nîşandan. Axaftina yekemîn Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç kir.

KOÇ: HÛN ÇIMA RÊXISTINBÛNA KURDAN NAXWAZIN?

Yuksel Koç îşaret bi destûra bingehîn ya Elman kir û got, “Me yê îro kongreya xwe li dar bixista, lê qedexe kirin. Lê ev qedexe ne biryareke nivîskî ye. Di madeya yekemîn a destûra bingehîn a Elmanya de wiha tê gotin: Kerameta mirov nayê binpêkirin. Madeya 6’an jî wiha dibêje: Reng, ziman û dînê wê ferq nake, her kes dikare ramanê xwe îfade bike û rêxistin bike. Em ji hikûmeta Elman dipirsin: Hûn rêxistinbûna Kurdan naxwazin? Konseya Ewropayê berdewam behsa azadî û demokrasiyê dike. Yên li Rojhilata Navîn wan nirxan diparêze gelê Kurdistanê ye. Hûn çima piştgiriyê nadin gelê Kurdistanê? Qey Kurd ji derveyî wan madeyan tê girtin? Eger ev maddeji bo Kurdan ne guncav bin bibêjin.

Ti tişt nikare li pêşiya têkoşîna me bibe asteng. Îro gelek dostên me yên ji Îskandînaviya heya bi Îtalyayê li vir in. Ji bo piştgirî bidin me hatine. Bi taybetî senatorê berê yê Îtalî yê 82 salî bi vî temenê xwe ketiye ser rê û îro hatiye vê derê û ew biryara qedexeyê protesto kir. 20 sazî û 50 rêxistinên Kurdistanî yên mîna Komele, YNK, Goran di nava wan de, Yekîtiya Hêza Demokratîk li rex me ye.

Mil bi mildayîna rêxistinên Kurdistanî xwedî girîngiyeke mezin e. Di sedsala 20’an de ji ber ku em ne yek bûn Kurdistan dabeşî 4 perçeyan hat kirin. Di sedsala 21’an de têkoşîna bi hev re wê Kurdistanê bike yek. Em ji Elmanya dipirsin: Hûn çima destûra xwe ya bingehîn pêk naynin?”

GOKSÛNGÛR: DEWLETA ELMAN ÇIMA JI ME DITIRSE?

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî axivî û diyar kir, “Dewleta Elman çima ji me ditirse? Em 409 saziyan û 3 mîlyon Kurdistanî temsîl dikin. Niha jî li vê derê ku daxuyanî tê dayîn, bi sedan wesayîtên polîsan hawîrdora me dorpêç kirine. Em Konfedrasyonek in ku li gorî destûrên Ewropayê hatiye damezrandin û xwedî wî mafî ne ku li her dera Ewropayê dikarin kongreya xwe li dar bixin. Elmanya şandeya aşitiyê ya diçû Başûrê Kurdistanê jî asteng kir. Çima? Gelo Elmanya dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyê diparêze? Em qedexekirina kongreya xwe şermezar dikin.”

KCDK-E SAZIYEKE FERMÎ YE

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut bi bîr xist ku ev ji ber zext û qedexeyên li Tirkiyeyê hatine surgunkirin û wiha axaftina xwe domand; “Min wer dihizirî ku Elmanya dewleteke hê bêhtir demokrat û sosyal e. Bi qedexekirina kongreya KCDK-E’yê ve nîşanî me da ku heman rêbazên Erdogan pêk tînin  û siyaseteke hevpar bi rê ve dibin. KCDK-E saziyeke fermî ye.”

Hevserokê Fexrî yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî got, “Dihate gotin ku divê Tirkiye tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe ku demokratîk bibe. Berevajî wê yekê Elmanya bi pêkanînên xwe yên dawî ber bi Tirkiyê ve diçe. Mînak niha dixwazin beşdarbûna Partiya Komunîst ya ji bo hilbijartinê qedexe bikin. Biryara têkildarê HDP’ê ya Parlementoya Ewropayê pir girîng bû. Lê em dibînin ku bandor li hukûmetên wê nekiriye. Qedexekirina kongreya KCDK-E ji bo vê yekê mînak e.”

Piştre Berdevkê Koma Dostaniyê ya bi Kurdan a Swêdê Benny Gûstavsson, nivîskar û Endamê Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Îtalyayê, endamê berê yê Parlementoya Ewropa û li du caran li Îtalyayê senatortî kirî Lûîgî Vîncî û aktîvîsta Îtalyayî Sîlvana Barbîerî biryar protesto kirin.

Piştî axaftinan mîtînga ku hejmareke têrker ji bo kongreyê beşdar bibûn veguherî kongreyê. Di kongreya KCDK-E ku wek ‘Kongreya Vekirî’ hate pênasekirin de endaman hevserokên nû rêveberiya xwe ya nû diyar kirin.

Ji bo Hevserokatiyê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç hatin hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, li gel Nadiy Salîh, Hamît Bîten, Nûrsel Aydogan, Mûrat Ceylan, Ahmet Kobanî û ji bo Desteya Çavdêriyê Îsmaîl Parmaksiz û ji bo Desteya Dîsîplînê jî Cûma Îsvîçre û Vedat Bîngol hatin hilbijartin.

Rêveberiya nû ya hatî hilbijartin ji bo sipasiyê axaftinek pêşkêş kir û soza mezinkirina têkoşînê û hêjayî gelê Kurd bûyînê dan.