KCDK-E ji ber karesata lêhiyê banga piştevaniyê kir
KCDK-E, têkildar karesta lêhiyê daxuyaniyek da û got: “Bang li gelê xwe dikin ku hestyar bin û piştevaniya pêwîst raber bikin.”
KCDK-E, têkildar karesta lêhiyê daxuyaniyek da û got: “Bang li gelê xwe dikin ku hestyar bin û piştevaniya pêwîst raber bikin.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî karesata şapeya li Ewropayê ku ji ber xirabûna dengeyên ekolojiyê rûdayî daxuyaniyek da.
KCDK-E’yê diyar kir ku ji ber şewba Covît-19’an a 2 sal in dewam dike û encamên bi xwe re anî li cîhanên bandorên mezin li ser jîngeha mirovan kiriye û got: “Hem di warê aborî û hem jî warê jiyana mirovî de guherîn pêk hatine, tevî hemû îdîayên modernîteya kapitalîst têkoşîna bi şewbê re kêm maye.”
KCDK-E’yê destnîşan kir ku çawa li hemberî şewba Covît-19’an amadekariyên baş nehatibûn kirin, li hember bûyerên xwezayî yên bandorekî mezin li jiyana mirovan jî bike nehatine kirin.
KCDK-E’yê wiha domand: “Di encama karesata xwezayî ya şapeya li Elmanya, Belçîka û Holdanayê hê jî didome de, zêdetirî 120 kes jiyana xwe ji dest dane, bi sedan mirov jî li ber lêhiyê ketine û winda bûne. Li gel ziyanên canî ziyanên pir mezin gihane derdorî jî. Li gelek herêman mirov neçar mene ku ji malên xwe koç bikin.
Guherîna hewayê ya zêde ku gefê li jiyana mirovan dike, dibe siberojê rê li ber krîzên avhewayî veke.
Em KCDK-E sersaxiyê ji malbatên ku kesûkarên wan di lêjiyê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin, ji birîndaran re şifaya xêrê ya lezgîn dixwazin, ji bo yên ziyanên madî ber ketin re jî dibêjin derbasî be. Bang li gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hestyar bin, piştevaniya pêwîst raber bikin.”