KCDK-E: Di cejnê de em parvekirin û piştevaniyê xurt bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Li dijî dewleta Tirk a zalim, dagirker û qirker, divê em hîn bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da û got, "Em Cejna Qurbanê li alema Îslamê, gelên bindest, gelê Kurd û her kesên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin. Hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û jiyaneke dûrî ji şer.

Di Cejna Qurbanê de ji bo mirovên me yên hewcedar em yekîtiya neteweyî û ruhê piştevaniya hevpar xurt bikin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ya bi mejiyê DAÎŞ'e ku nahêle gelê me cejnên xwe pîroz bike, bi êrişan jî pêşî li aştî û biratiyê digire. Erdogan û hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst di roja Cejna Qurbanê de jî êrişên xwe dewam dikin. Li ser Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dewam dike.

Li dijî dewleta Tirk a zalim, dagirker û qirker, divê em hîn bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin.

Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û dîktator Erdogan ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake, li hemberî berxwedana gelê me û muxalîfên demokrat wê têk biçin.

Bi wesîleya cejnê divê gelê me serdana hev bike û piştevaniya madî û manewî xurt bike. Di serî de ji bo Mexmûr û Şehbayê bi yekîtiya neteweyî û xurtkirina ruhê piştevaniya hevpar xwedî li mirovên me yên hewcedar ên li welêt derkevin."

Di dawiya daxuyaniyê de bi hêviya aştî, azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê cejn li her kesî hate pîrozkirin.