KCDK-E: Bi pişitevaniyê me kongreya xwe kir, em ji serdema nû re hazir in
KCDK-E'yê diyra kir li gel qedexeya dewleta Elman jî kongreya xwe li qada vekirî kirine û ji bo piştevaniyê malavayî kir.
KCDK-E'yê diyra kir li gel qedexeya dewleta Elman jî kongreya xwe li qada vekirî kirine û ji bo piştevaniyê malavayî kir.
KCDK-E'yê ji bo piştevaniya li kongreya wan malavayî li wan şex û kesan kir ku piştevan bûne û li hevserok û delgeyan kir.
KCDK-E'yê qedexeya dewleta Elman a ji bo kongreya wan bi bîr xist û diyar kir bi pêkanîna kongreyê lîstika li ser wan hatiye pûçkirin û her wiha got wa nli dijî vê helwesta kêfî ya polîsên Elman û li dijî vê helwesta ne hiqûqî pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin Elmanya bi helwsta xwe ji bo ku nîşan bide ku ew li rex dewleta Tirk û dîktatorê Tirk Erdogan in destûra xwe ya bingehîn jî binpêk irine û bi biryareke siyasî hewl dane ku kongreyê asteng bikin.
KCDK-E'yê astengkirina serdana Insîyatîva Parastina Kurdistanê ya ji bo Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û got, ''Helwesta hevşib di kongreya KCDK-E'yê de jî danîn holê û bi vê jî desteka xwe li ya komkujî û polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nîşan dane.''
Hevserokên nû yên KCDK-E'yê bûne Fatoş Goksungur û Yuksel Koç.
KCDK-E'yê li dijî nêzîkatiyên nehiqûqî yên dewleta Elman malavalî dostên Kurdan, saziyên Kurdistanî, Yekîtiya Hêza Demokratîk û şexsiyetan kir ku piştevanî li wan kirine û got, ''Bi hêza ku me ji kongreya KCDK-E'yê standî em careke dî diyar dikin ku em ji serdema nû ya têkoşînê re hazir in.''