Karesata lehiyê: Li Belçîkayê 27 kes mirin
Li gorî daxuyaniyên dawî yên têkildarî lehiya hefteya derbasbûyî ya li Belçîkayê herî kêm 27 kes mirin.
Li gorî daxuyaniyên dawî yên têkildarî lehiya hefteya derbasbûyî ya li Belçîkayê herî kêm 27 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya rayedaran, li Belçîkayê ji ber lehiyê 27 kes mirin, 103 kes jî winda bûn.
Berdevkê navenda krîzê ya Belçîkayê têkildarî windayan got, "Em hêvîdar in ku niha bi tenê nikarin xwe bigihînin wan."
Berdevk diyar kir ku piraniya van mirovan ji derfetên amûrên ragihandinê yan jî şarjkirina telefonên xwe bêpar mane û got, "Hinek jî bênasname rakirin nexweşxaneyan û hîn nekarîne xwe bigihînin malbatên xwe."
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyen serdana bajarên Rochefort û Pepînsterê kirin.
Ûrsûla von der Leyen got, "Dema ku min asta hilweşînê dît, ez şoq bûm. Di vê dema zor û zehmet de em Ewropî bi we re ne, şîna we şîna me ye."
Li başûr û rojhilatê Belçîkayê lehiyê bandor li 120 bajar û navçeyan kir. Hikumeta Belçîkayê 20'ê Tîrmehê weke roja şîna neteweyî ragihand.