Meclîsa Gelê Kurd li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û li dijî polîtîkayên qirkirina Kurdan, ji bo Hikumet û Parlamenta Brîtanyayê bikeve nava liv û tevgerê nameyek şand.
Di çarçoveya kampanya nameyan de, nameyên hatin amadekirin bi rêya Kurdan û dostên wan ji parlamenterên herêman re hatin şandin.
Di çarçoveya vî karî de heta niha ji 109 parlamenteran re name hatin şandin ku 32 ji wan muxafazakar, 63 jî ji Partiya Karker in.
Bi sedan name ji parlamenterên Îngilistan, Skoçya, Gal û Bakurê Îrlandayê re hatin şandin. Di nameyan de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk mîna ku Ermen qir kir, niha jî hewl dide Kurdan qir bike û hate ragihandin ku li gel hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di demeke nêz de bombardûmana hewayî li kampa penaberan a Mexmûrê kir.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk komkujiyan li Kurdan dike, sûcên şer dike, Rojhilata Navîn dike gola xwînê û bang li hikumet û parlamenta Îngilistanê hate kirin ku li dijî dewleta Tirk 'ambargoya çekan' deyne û ji bo rawestandina dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.
Gelek parlamenteran jî bersiva erênî dan nameyan û diyar kirin ku wê mijarê bixin rojeva parlamentê.
Kesên dixwazin tevlî kampanyayê bibin, adresa nameyan wiha ye:
https://campaigns.kurdishassembly.org/