Ji bo Denîz Poyraz li Stockholmê çalakî hate lidarxistin

Qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î li Stockholmê hate şermezarkirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û NCDK-Stockholmê ve hate lidarxistin û li qada Sergelstorgê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Brûsk axivî û anî ziman ku hevkariya rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a bi çeteyan re tenê li ser bingeha dijminatiya li Kurdan e.

Menîce Brûsk diyar kir ku dewleta Tirk dema dawî li dijî nirxên gelê Kurd hemûyan dest bi şerekî topyekûn kiriye û jin, zarok, êrişî tevahiya gelê Kurd dike.

Piştî axaftina nûnerên Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê û Komeleya Elewiyan, Berdevka Yekîtiya Jinên li Swêdê Sara, Ayşe Goktepe axivî.

Ayşe Goktepe diyar kir ku desthilatdariya faşîst a ku nikare xwe li piştgiriya gel a ji bo HDP'ê rabigire komkujieyek nû ya siyasî kiriye û destnîşan kir ku desthilatdarî ji jinan ditirse.

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Reazat jî êrişên li dijî HDP'ê şermezar kir û destnîşan kir ku ev şerê qirêj ê ku Erdogan li dijî gelê Kurd dimeşîne divê êdî bi dawî bibe.

Hunermend Serpîl Înanç jî banga piştevaniyê li gelan kir.

Di çalakiyê de alên HDP'ê û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan û dirûşmên "Şehîd namirin, "Bijî HDP", "Bijî berxwedana gelê Kurd, "HDP gel e, gel li vir e", "Faşîst Erdogan" hatin qîrîn.