Ji bo Şengalê li Wîntherthûrê standek hate danîn

Ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Şengalê li bajarê Wîntherthûr a Swîsreyê Kurdistaniyên daketin qada, standa agahdarkirinê vekirin û bang piştevaniyê bi civaka Şengalê re kirin.

Li bajarê Wîntherthûr a Swîsreyê endamên Navenda Civaka Kurd û Komîna Jinan a Arjîn Garzan saet 14:00’an li Marktgassen a navenda bajar kom bûn.

Belavokên li ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê amade kiribûn, belav kirin. Aktivîstan li derdor jî welat ji rewşê agahdarkirin.

Di çalakiyê de li dijî êrîşên îmha û qirkirinê banga piştevaniyê bi civaka Şengalê re kirin.