ICOR bi peyamekê piştgirî da KCDK-E’yê
ICOR’ê li dijî zextên li ser KCDK-E’yê peyamek parve kir û destnîşan kir ku divê hemû şoreşger xwe bikin yek.
ICOR’ê li dijî zextên li ser KCDK-E’yê peyamek parve kir û destnîşan kir ku divê hemû şoreşger xwe bikin yek.
Koordînatorên Ewropa yên Koordînasyona Rêxistinên Navneteweyî û Partiyên Şoreşger (ICOR) Jeroen Toûssaînt û Joachîm Grîesbaûm têkildarî êrîşên li ser Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropa (KCDK-E) peyamek da.
ICOR anî ziman ku ji ber qedexeya kogreya we KCDK-E’yê ya ji aliyê dewleta Elman ev em bi hêrs in, qedexeyê bi tundî protesto dikin. ICOR Ewropa peyama piştevaniyê da KCDK-E’yê û got: “Li dijî krîmînalîzekirina têkoşîna rizgariya Kurd di nava piştevaniyêde ne.”
ICOR diyar kirku hinceta kongre ‘kongreya veşartî ya PKK’ê ya polîsên Elman û Wezareta Karê Hundir derewek mezin e û wiha domand: “Çi yê vê kongreyê veşartî bû, ji bo tevlîbûnê daxwazame hatine şandin. Ji bo me ÎCOR Ewropa jî vexwendin name hatibû şandin.”
ICOR’ê got: “Li dijî faşîzim, paşverûtî û emperyalîzmê em ê bi hev re şer bikin. Li dijî vê pêşîgirtinên zextê ev hê rastire. “
ICOR koordînasyoneke ku li 47 welatan ji 50 welatî zêdetir endamên wê hene.