Heyeta duyemîn a aştiyê vegeriya Frankfûrtê
Beşeke heyeta aştiyê ya ku PDK’ê ew asteng kiribûn, vegeriyan Frankfûrtê. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li ser navê heyetê axivî û got “Em çûn pêşiya şer bigirin lê PDK’ê asteng kir.”
Beşeke heyeta aştiyê ya ku PDK’ê ew asteng kiribûn, vegeriyan Frankfûrtê. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li ser navê heyetê axivî û got “Em çûn pêşiya şer bigirin lê PDK’ê asteng kir.”
Heyeta ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê xwestibû hin hevdîtin û xebatan bike, duh ji aliyê PDK’ê hatibû astengkirin. Beşeke heyetê îro vegeriyabû Berlînê, beşa din jî hate Frankfûrtê.
Heyeta aştiyê ji aliyê Kurdên li Frankfûrtê bi sloganên ‘Bimire îxanet’ hatin pêşwazîkirin.
Li ser navê komê Demîr Çelîk axivî û got “Em Heyeta aştiyê, me xwest em ji welatên cihê yên Ewropayê biçin Başûrê Kurdistanê. Koma pêşîn gihiştibû Hewlêrê û koma duyemîn jî bi awayekî bêhiqûq li balefirxaneya Dusseldorfê hatibûn astengkirin. Dema ku em gihiştin Hewlêrê, PDK’ê em 27 kes destgîr kir. Ji me re digotin em ê nehêlin hûn li Hewlêrê bin, hûn hatine aramiya xwe xera bikin, hûn hatine îstîkrara me xera bikin. Me jî îtîrazî vî tiştî kir û me got şerekî di navbera Kurdan de wê bibe sedema karesatên mezin. Jixwe li ser Kurd û Kurdistanê zilm û dagirkeriyeke mezin heye, ji bo em pêşiya şerê di navbera Kurdan de bigirin em hatine vir.”
Çelîk diyar kir ku gelê li her çar parçeyên Kurdistanê heke bi şervanên azadiyê re bin wê karibin pêşiya vî şerî were girtin.
Piştî axaftinan gel sloganên ‘Bimire îxanet’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.