Koma Swîsreyê ya Heyeta Aştiyê ya ku ji bo pêşiya êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bigire û li qadên sivîlan nehêle qetlîam pêk were, li Baselê daxuyanî da. Heyeta ku siyasetmedar, akademîsyen, rojnamaeger û enternasyonalîst tê de cih digirin, rêveberiya PDK’ê protesto kirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Basta Franzîska Stîer, Partiya Karkeran a Cenevreyê Tobîas Schneebelî, Rabîa Baldemîr, Alîcan Yildirir, Mûtlû Tatar, Cemal Demîr û nûnerekî Delegeya Enternasyona ên ku di nav heyeta aştiyê de cih digirtin û rêveberiya PDK’ê ew destgîr kiribûn, derbarê pêvajoyê daxuyanî dan.
Heyetê diyar kir ji bo ku ew pêşiya dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê û qirkirina li ser gelê Kurd bigirin çûne herêmê û gotin “Hemû tiştên pêk hatine nîşanî me dide ku, rêveberiya PDK’ê di bin kontrola dewleta Tirk de bûye aktorê sereke yê vê pêvajoyê.”