Hevserokên KON-MED'ê: Bila serdana Colanî bê betalkirin

Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça û Kerem Gok gotin, serdana Ahmed el Şara (Colanî) ya 19'ê Çileyê li Berlînê wê komkujiyên li Helebê rewa bike û banga betalkirina serdanê kirin.

HEVSEROKÊN KON-MED'Ê

Tê payin ku Serokkomarê Sûriyeyê yê demkî Ahmed el Şara (Colanî) weke mêvanê Serokwezîrê Elmanyayê Merz di 19'ê Çileyê de bê Berlînê. Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça û Kerem Gok gotin, ev serdan wê komkujiyên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin rewa bike, her wiha rê li ber êrişên nû veke û xwestin, serdan bê betalkirin.

Ji Hevserokên KON-MED'ê Kerem Gok ji ANF'ê re axivî, bal kişand ser bernameya Colanî ya li Bonn û Berlînê û got, "Li Bonnê wê konsolosxaneyê veke, li Berlînê jî wê bi Şansolye Friedrich Merz re civînê lidar bixe. Her wiha li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin ji bo Davosê jî bang lê hatiye kirin."

Gok bi bîr xist ku êrişên li Helebê bi belgeyan li nava raya giştî belav bûye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Hîn jî bi hezaran jin, extiyar, zarok û mirovên sivîl di destê rêveberiya HTŞ'ê de dîlgirtî ne. Her wiha tê gotin, ciwan ji nava sivîlan têne qutkirin û wan dibin cihekî nediyar. Sivîlên bi saxî hatine girtin êşkenceyê û kiryarên xerab dibînin. Di halê hazir de saziyên medyayên yên serbixwe nikarin biçin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dîmenan bikişînin. Malbat ji jiyana xizmên xwe yên li Helebê bi fikar in."

Gok got, "Di rewşeke bi vî rengî ya drama mirovî de, vexwendina Colanî ji bo Elmanyayê bi protokolê cihê fikaran e" û anî ziman ku ev pêşwazîkirin tê wateya rewakirina komkujiyan. Gok got, "Di demekê de ku Kurd têne qetilkirin qebûlkirina Colanî li Bonn û Berlînê wê hêzê bide wî. Wê motîvasyonê bide wî ku komkujiyên nû bike. Pêşwazîkirina kesekî dijminê Durzî, Elewî, Kurd, jin û hemû beşên cuda yên civakê bi protokolê, li gel rewakirina wî her wiha ji bo pratîkên nû jî wê hêzê bide wî."

Gok destnîşan kir ku divê ambargo li ser Colanî bê danîn û got, "Li Elmanyayê ku nêzî du milyon Kurd hene, qebûlkirina kujerê Kurdan Şara, wê êş û xemgîniya Kurdan zêde bike. Her wiha bibe sedem ku hesta aîdiyetê ya li Elmanyayê bixe ber lêpirsînê." Gok ev bang li rêveberên Elman kir, "Piştgiriyê nedin komkujiyên ku Colanî kiriye, nebin hevparê wê. Hevdîtinên bi vî rengî tê wateya hevkariya bi komkujiyên wî re. Li şûna vê yekê divê Colanî bê şermezarkirin û ambargo li ser bê danîn."

Ji Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça jî destnîşan kir ku pêşwazîkirina Colanî ji aliyê Merz ve ne tenê skandaleke exlaqî ye, her wiha binpêkirina qanûnên Elmanyayê ye û got, "Li gorî agahiyên li ber destê me, lîderê HTŞ'ê yê ji El Qaîdeyê ji ber têkiliyên xwe yên rêxistina terorê re di çarçoveya 129b li Elmanyayê bûye mijara darizandinê. Niha jî hatina Colanî ya li Elmanyayê û hevdîtina bi Serokwezîr Merz re di rojevê de ye. Ev ne tenê skandaleke exlaqî ye, di heman demê de bi rengekî eşkere binpêkirina pîvanên destûra bingehîn û hiqûqa Elmanyayê ye."

Rûken Akça destnîşan kir ku nabe Colanî weke muxatabê siyasî bê qebûlkirin û got, "Colanî lîderê wan avaniyên çekdar e ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êriş birin ser sivîlan, li dijî jin, zarok, extiyaran sûcê şer kirin. Li gel vê rastiyê muxatabdîtina kesekî bi vî rengî li Elmanyayê nayê qebûlkirin."

Rûken Akça helwesta hikumeta Elman weke 'cotstandartiya li gorî berjewendiyên siyasî' pênase kir û got, "Em bi eşkere dipirsin: Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê bi hinceta 129b têne darizandin, heman qanûn çima ji bo xatirê lîderekî cîhadîst tê betalkirin? Ev cotstandart nîşan dide ku hiqûq nehatiye tercîhkirin, lê belê berjewendiyên siyasî hatiye tercîhkirin."

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça xwest, serdana Colanî ya li Berlînê bê betalkirin û destnîşan kir ku wê mafên xwe yên rewa û demokratîk li çar aliyên Elmanyayê bi kar bînin û nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bidin.

Rûken Akça bang li Hikumeta Federal a Elmanyayê kir ku tavilê ji vê gava şaş vegere û dilsozê nirxên xwe yên demokratîk bimîne.