Hevserokê CDK-F'ê Dogan: Heta ku heqîqet neyê ronîkirin edalet pêk nayê

Hevserokê CDK-F'ê Azad Dogan têkildarî meşa 10'ê Çileyê ya li Parîsê axivî û got, "Em ji bo edalet û heqîqetê dimeşin. Ji ber ku heta heqîqet neyê eşkerekirin edalet pêk nayê."

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Azad Dogan di salvegera 13'emîn a komkujiya Parîsê de ji ANF'ê re axivî.

Azad Dogan destpêkê got, "Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet bi bîr tînim. Em di salvegera 13'emîn a şehadeta wan de ne. Di heman demê de di salvegera sêyemîn a şehadeta Evîn Goyî, Mîr Perwer û xalê Abdurrahman Kizil de ne. Her wiha di salvegera 41'emîn a şehadeta yek ji pêşengên tevgera me Mûstafa Nazîf Aktaş de ne, ku di sala 1985'an de li cihekî bi 250 metreyî dûrî komeleya me hate qetilkirin. Em van hevalên xwe bi hurmet bi bîr tînin.

Êrişa ku sala 2013'an li Parîsê hate kirin, sûîqesteke siyasî bû ku li dijî sê jinên Kurd ên pêşeng hate kirin. Gelê Kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê û eşkerekirina heqîqetê û bicihanîna edaletê helwesteke xurt û bi biryar nîşan da. Nêzî çar, pênc salan her hefte çalakî hatin kirin. Lê belê dewleta Fransayê hêzên li pişt êrişê, plansaz û berpirsyarên komkujiyê yên siyasî eşkere nekir.

Li gel mikurhatinên endamên MÎT'ê yên sala 2017'an ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin ji meqamên edlî yên Fransayê re hate ragihandin jî dosya nehate kûrkirin. Civaka Kurd wê demê bi rengekî eşkere hişyar kir: Eger ev komkujî neyê ronîkirin wê êrişên nû bêne kirin. Mixabin di sala 2022'an de careke din derkete holê ku ev hişyarî mafdar bû."

Azad Dogan bi bîr xist ku sala 2022'an komkujiya duyemîn a Parîsê hate kirin ku di encamê de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û destnîşan kir ku eger komkujiya destpêkê bihata ronîkirin, komkujiya duyemîn rû nedida.

Li ser armanca meşa îsal Azad Dogan got, "Armanca me ya bingehîn ev e: Dema ku komkujî di tarîtiyê de bêne hiştin komkujiyên nû rû didin. Em dixwazin êdî ev zincîr bê şikandin. Kurdên li Parîsê di bin rîskê de ne. Ji ber vê yekê divê hesab bê pirsîn.

Me soza dilsoziyê dan hevalên xwe yên şehîd bûn. Heta ku hêzên li pişt van komkujiyan neyê ronîkirin, yên plan kirine neyên darizandin em ê têkoşîna xwe ya bicihanîna edaletê nesekinînin. Ji ber vê yekê jî em meşa xwe ya îsal bi dirûşma 'Edalet ji bo heqîqetê' lidar dixin."

Azad Dogan diyar kir ku salvegera komkujiya yekemîn a li Parîsê her sal li gelek welatên Ewropayê tê bîranîn û got, "Lê belê bi taybetî tevlîbûna li bîranîna li Parîsê ji çar aliyên Ewropayê bi girseyî dibe. Ji bo bernameya îsal di serî de Elmanya, Swîsre, Belçîka û Hollanda bi sedan otobus hatin amadekirin. Di nava Fransayê de jî em li bendê ne ku tevlîbûneke xurt pêk were.

Bi taybetî li Parîsê çil roj in em amadekariyeke berfireh dikin. Serdana malan, karên li dikandaran, daxuyaniyên çapemeniyê, karên li ser medya dîjîtal li heyşt herêmên cuda dewam dikin. Kurd û dostên wan wê bi hev re daxwaza edaletê bînin ziman."

Di dawiya axaftina xwe de Azad Dogan ev bang kir: "Em ji bo edalet û heqîqetê dimeşin. Gelê Kurd 13 sal in xwedîderketineke bi rûmet û mezin nîşan da. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû dakevin qadan. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî meşa li ber Gare du Nord bibin."