Greva li Lavrîoyê 146 roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lavrîo ku penaberên Kurd dabû destpêkirin 146 roj li pey xwe hişt.
Greva birçîbûnê ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lavrîo ku penaberên Kurd dabû destpêkirin 146 roj li pey xwe hişt.
Greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê bi armanca azadiy fî,zîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 146’an de bi koma nû didome.
Li ser navê komê axaftin hate kirin û êrîşên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin. Hate gotin ku yê di şer de winda bike wê dewleta Tirk û hevkarê wê PDK be û wiha doman kir: “Gelê Kurd her tim di dîrokê de destan nivîsandine. Duh çawa me li ber xwe da, em ê îro û sibe jî li ber xwe bidin.”
Di çalakiyê de êrîşa li ser HDP’ê jî hate şermezarkirin û bang li ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin û li dijî dagirkeriyê hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin.
Çalakî bi dirûşman dawî bû.