Gerîlayê HPG'ê Karker Kurecîk li Londonê hate bîranîn
Li paytexta Îngilistan Londonê, gerîlayê HPG'ê Karker Kurecîk hate bîranîn, ku Kurecîk 22'ê Sibatê li Herêmên Parastinê yên Medyyaê di êrişa hewayî de şehîd bûbû.
Li paytexta Îngilistan Londonê, gerîlayê HPG'ê Karker Kurecîk hate bîranîn, ku Kurecîk 22'ê Sibatê li Herêmên Parastinê yên Medyyaê di êrişa hewayî de şehîd bûbû.
Komîsyona Malbatên Şehîdana Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, ji bo bîranîna Huseyîn Înal (Karker Kurecîk) li avahiya KCC'ê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û li gel xizmên Înal gelek kes tevlî bûn.
Di çalakiyê de ku dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Înal hate nîşandan.
Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd Alî Boyraz axivî û diyar kir ku şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêya wan ronî dike. Boyraz destnîşan kir ku tevgera azadiyê ya Kurd tevgereke şehîdan e û wiha dewam kir, "Bi bawerî û biryardariya mezin a şehîdên me, îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyan ji nû ve şîn dibe. Têkoşîna azadiyê li her qadê bi îradeya bi milyonan mirovî dewam dike. Em soza xwe dubare dikin ku armancên şehîdan pêk bînin."
'FEDAIYÊ ARMANCA AZADIYÊ BÛ'
Bi navê Meclîsa Gelê Kurd jî Ercan Akbal axivî û diyar kir ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî heye û wiha dewam kir, "Hevrêyên me yên leheng û rûmeta gelê Kurdistanê, berxwedaneke mezin nîşan didin. Ev hevrêyên me derbên mezin li faşîzma dagirker û barbar dixin û her roj me bêhtir nêzî azadiyê dikin. Hêzên xayin ên ku îro bi dagirkeran re tevdigerin wê ji aliyê gel û dîrokê ve neyên efûkirin. Ev berxwedan berxwedanek li dijî faşîzm, dagirkerî û xeta xiyanetê ye. Hevrêyê me karker jî weke fedaiyê armancên berxwedaneke mezin tevlî karwanê şehîdan bû. Em soz didin ku em ê li ser rêya wan bimeşin."