Fransayê li Deryaya Spî Tirkiyê çavtirsandî dike

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly aşkere kir ku ew li Deryaya Spî operasyonekê rê ve dibin û ev operasyon 'peyam'ek ji bo Tirkiyê ye.

Florence  Parly li Senatoyê axivî û got li peravên Girîtê ew, ''Tetbîqateke nû ya kontr-terorîzmê'' dikin.

Parly diyar kir tetbîqata 17'ê Adarê, ''Bi armanca ku wê peyamê bidin Deryaya Spî ti caran wê nebê qadeke ku hiqûq lê neyî'', tê kirin.

Dewleta Tirk guh neda hişyariyên Yekîtiya Ewropayê, van mehên dawî gelek caran li Deryaya Spî xebatên keşfa gazê kir. Rêveberiya Atînayê dibêje ku ew van kirinan weke kirinên dijî serweriya xwe dibînin. Faaliyetên îlleal ên Tirkiyê di navbeyna du welatan de bû sedema krîza dîplomatîk. Fransa destekê dide Yewnanîstan.

Di tetbîqatê de, ''Keştiyek bazirganiyê ku ji hêla terorîstan ve rehîn hatî girtin û ev der weke baregeke êrîşa deryayî bi kar dianîn'', hate zindîkirin.

Parly got, ''Tenê di nav çend saetan de komandoyên deryayê hatin şandin, balafirên Rafale û helîkoptêrên Caracal ji baregehên Fransayê ji bo ku bigihin keştiya 2 hezar km dûr hatin şandin û tevlî xilaskirina keştiyê bûn. ''Wezîra Parastinê got 450 leşker tevlî operasyonê bûne.

Wezîra Fransayê got, ''Bi vê tatbîqatê em peyamekê didin: Peyam ev e ku bi hişyariya Fransayê û Ewropayê Deryaya Spî ti caran wê nebe qadeke neqanûnî.''

Parly got, ''Fransa biryardar e ku li gel hevalbendên xwe ewlehî û aramiya Deryaya Spî pêk bîne. Fransa amûrên destwerdanê li mesafeyeke dirêj berbelav dike, zanîna xwe ya kêmpeyda bi kar tîne, li gel hevalbendên xwe nîşan dide ku xwedî derfeta xweparastinê ye.''

Parly beriya vê daxuyaniyê li dijî tevgerên Tirk ên van mehên dawî yên, ''aramiyê têk dike'' helwest nîşan dabû û gotibû, Enqere dixwaze bibêje, ''Min kir û bû û xwe ferz dike.''