Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Clement Beaûne di bernameya ‘Le Grand Rendez-voûs’ ya bi hevkariya radyoya Eûrope 1 û rojnameya Les Echos de got ku “Îxtîmalek e ku di hin sektorên ekonomîk de hin zext werin kirin.”
Baûne diyar kir ku zextên şexsî jî di nav de hemû rê li ber wan hene û zextên li ser rayedarên Tirk ên ji ber sondaja gaza xwezayî ya li Behra Spî bi bîr xist.
Clement Beaûne got ku, “Di civîna dawîn a Ewropayê de me şansek da Ewropayê. Niha wan careke din provokasyona sîstematîk û êrîşkarî hilbijart.”
Di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de ji ber qadên gazê yên li Behra Spî alozî heye. Dewleta Tirk li qadê xebatên xwe yên derzagonî didomîne. Di krîza Lîbyayê de jî nelihevkirin heye û dewleta Tirk herî dawîn li Qerebaxa Jorîn şerê li dijî Ermenan geş kir û piştgirî da şer.
Beaûne bal kişand ser vî tiştî ku “Ev tişt di warê jeopolîtîk de, Îslamparêziyeke êrîşkar e. Di rojên dawîn de, me ev tişt li Qerebaxê dît û ji ber vê jî divê em ne saf bin. Fransa li hemberî Tirkiyeyê ne bi tenê ye. Îro tu welatên Ewropayê li ser Erdogan û rejîma wê şaş û xelet nafikire.”