EUTCC'ê yekşemê bi saeta Ewropayê di navbeyna saet 18:00-20:00'an de têkilî kampa Mexmûrê wê konferansekê li dar bixe.
Di civînê de rewşa Mexmûrê bi çarçoweya têkiliya di navbeyna DYE-Tirkiyê de wê were nirxandin.
EUTCC'ê diyar kir Mexmûr, ''Ji bo mafê mirovan, hiqûqa navnetewî û polîtîkaya berjewendiyê testeke turnusolê ye''.
EUTCC'ê bi daxuyaniyê bal kişande ser hevdîtina ku 14'ê Hezîranê di navbeyna Serokê DYE'yê Joe Bîden û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de wê pêk were û got, ''Têkiliya du siyasetmedaran van demên dawî ne xweş xuya dikir. Hê dema kampanyaya hilbijartinê Bîden aşkere kiribû ku li bara Tirkiyê ew ê tund bin û ji Erdogan re otokrat gotibû. Bi ser de Serokê DYE'yê qirkirin jî nas kir. Bi çarçoweya van rageeşiyan divê dagirkeriya dijî hiqûqa navnetwî ya Tirkiyê ya li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê were destnîşankirin. Bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyê li wir hene. Kampa penaberan a Mexmûrê jî her wiha bû hedefa êrîşên Tirk. Bi qasî 12.000 kes ku salên 1990'î ji herêma Kurd a Tirkiyê hatibû dersînorkirin li wir dijî. 5'ê Gulana 2021'an amûreke hewayî li ber qadeke lîstikê da û 3 kes hatin kuştin. Jixwe beriya bi salekê jî di êrîşa Tirk de ya li ser kampê 3 jin hatibûn kuştin.
Bi nîqaşa xwe em dixwazin bi hûrbînî li ser giringiya kampa Memûrê û nexasim li bangên beriya hevdîtina du serokkomaran a di navbeyna têkiliya du dewletan de binerin. Bi taybetî hêla wê ya mirovî û hiqûqa navnetewî were gotûbêjkirin.''
Li konferansê kesên ku wê hazir bin wiha ne:
Ji Komîsyona Azadiya Dîn a Navnetewî ya DYE'yê Nadine Maenza,
Ji Zanîngeha Colombîa ya DYE'yê serokê Bernameya Avakirina Aştiyê û Mafê Mirovan Davîd Phîllîps,
Ji Komîteya Karê Derve ya Penaberan a Mexmûrê Bêwar Unver
Û ji Zanîngeha Bergenê ya Norwêçê Seroka EUTCC'ê Karîane Westrheîm.
Modaratorê konferansê jî wê lêkolê serbixwe Meghang Bodette be, ku Bodette bêhtir bala xwe daye ser pirsa Kurdan.