‘Em ê bi berxwedanê dahatûya xwe ava bikin’

Meşa 3 rojan a ku Defend Kurdistanê bi şîara ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ li dar xistibû, bi mîtînga li pêşiya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê li pêşiya avahiya ku Peymana Lozanê lê hatibû kirin, di 10’ê Tîrmehê de meşeke ji bo 3 rojan hatibû destpêkirin.  Meş îro bi mîtînga li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi dawî bû.

Civîna li Neteweyên Yekbûyî a derbarê mafên mirovan û mîtîng di heman saetê de hatin kirin.

Ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi sirûda Çerxa Şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûd di mîtîngê de axivî.

Karamûs diyar kir ku beriya niha 98 salan Peymana Lozanê hatibû kirin û got “Îro jî dagirkerî û qirkirina li ser Kurdistanê didome. Dewleta Tirk îro bi piştgiriya DYE, NATO û NY û Rûsya êrişa li ser Kurd û Kurdistanê ji xwe re rewa dibîne.”

Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Paganî yê ku ew jî di nav heyeta aştiyê de cih digirt û li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk çûbû Hewlêrê diyar kir ku divê xwedî li têkoşîna li hemberî êrişên li ser Kurd û Kurdistanê were derketin.

Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Sosyalîst (SP-PS) Lydîa Schneîder, çalakgera TJK,E’yê Meryem Cag û nûnerê Aveg-Konê Alî Orak axivîn. Heyete li ser navê Defend Kurdistanê jî dosyeya li hemberî dagirkerî û qirkirinê da peywirdarên NY.

Meşa 3 rojan bi sloganên ku xwedî li şîara ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ hate bidawîkirin.

Di heman saetan de gelê Tamîlê jî ji bo qetlîaman protesto bike û xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve, çalakiyek kir. Heyeta Defend Kurdistanê û heyeta gelê Tamîlê jî diyar kirin ku divê berxwedana azadiyê ya gelan bibe yek û hevgirtin were zêdekirin.