Dewleta Tirk li Mîlanoyê hate protestokirin

Kurdên welatparêz û dostên wan li pêşiya avahiya Facebookê ya li Mîlanoyê kom bûn û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Li ser navê çalakgeran axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku faşîzma AKP û MHP’ê hiqûqa navneteweyî binpê dike û bi dagirkeriyê re dixwaze xeyalên Osmaniyan bi cih bînin.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk piştî li Metînayê têk çû bi hevkariya PDK’ê re dixwaze bi ser xwe were. Çalakgeran diyar kirin ew biryara DYE ya ji bo girtina Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan û Cemîl Bayik jî qebûl nakin.

Di çalakiyê de pankartên ‘Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan rûmeta me ne’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hate hildan.