Defend Kurdistan bang kir: Li pêşiya Neteweyên Yekbûyî bicivin

Însiyatîfa Defend Kurdistan, ji bo mîtînga îro ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê banga tevlîbûnê kir.

Meşa dirêj ku bi dirûşma 'Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin' 10'ê Tîrmehê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt. Çalakger wê îro ber bi bajarê Cenevreyê ve bimeşin. Meşvanan ji bo mîtînga îro ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî banga tevlîbûnê kirin.

Bi navê Însiyatîfa 'Defend Kurdistan' Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Seroka Demkî ya Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer ji bo mîtînga 'Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin' ku wê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.