Dagirkeriya Tirk li Dusseldorfê protesto kirin

Bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hate protestokirin.

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê di çarçoveya çalakiyên bi dirûşma ‘Li dijî dagikerî û qirkirinê her de Avaşîn, Zap û Metîna; Dem dema azadiyê ye’ êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li pêşiya DGB Haûs a pêşberî HBF Dusseldorfê kom bûn, bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Avaşîn, Zap, Metîna’ qîr kirin

Di çalakiyê de li ser navê Fed-Med NRW Engîn Sever axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi desteka DYE, Îngîltere û hêzên navneteweyî yên din bi konseptekê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û destkeftiyên hemû Kurdan di hedefê de ne.

Aktivîsta TEKO-JIN jî anî ziman ku dewleta Tirk bi desteka NATO li dijî gelê Kurd dest bi êrîşên qirkirinê kiriye, destnîşan kir ku ji her qetlîamên di van êrîşên dagikeriyê de bê kirin hemû dewlet berpirs in.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.