Ciwanên TCŞ’yî li Evryê daketin qadan

Li hemberî êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ciwanên çalakger ên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li banlîyoyeya Evry a Parîsê meşiyan.

Li hemberî êrîşên dagirker ên ku di 24’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû destpêkirin, çalakiyên ciwanên Kurdistanê didome.

Gelê Kurd saet di 18.00’an de bi banga TCŞ û Meclîsa Gel a Engîn Sîncer a Evryê li pêşiya Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Evryê kom bûn. Çalakger di nav bajêr de bi pankarta ‘Bijî berxwedana gerîla’meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alayên TCŞ û PKK’ê hate hildan.

Kesên li derdorê jî bi korneyên wesayîtên xwe piştgirî dan çalakgeran.

Çalakî bi qasî nîv saetê domiya û li qada Grîgny Centreyê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de Adil Erkek li ser navê Meclîsa Gel a Engîn Sîncer a Evryê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirker roj bi roj zêdetir dike. Erkek bal kişand ser berxwedana gerîla û got “Gerîla li Zap, Metîna û Avaşînê bi fedaiyane li ber xwe dide. Divê berxwedan nebe bi tenê barê gerîlayan û divê gelê Kurd ê li Ewropayê jî piştgiriyê bide têkoşînê.”

Çalakî bi sloganan bi dawî bû.