Ciwanên Kurd li Marsîlyayê çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya ya Fransayê li hemberî êrişên dagirker li navenda bajêr çalakiyek kirin.

Hate diyarkirin çalakiya li Marsîlyayê di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ a Komalên Ciwan de hatiye lidarxistin.

Ciwan li pêşiya gara trênê kom bûn û bi alayên TCŞ û PKK’ê meşiyan.

Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Lîberte poûr Ocalan’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ hate berzkirin.

Ciwanan bi qasî nîv saetê çalakiya xwe domandin û diyar kirin wê di çarçoveya pêngavê de li qadan bin.