Ciwanên Kurd ên Rûsya li dijî xiyanetê bang kirin

Kurdistanî û ciwanên Kurd ên li herêma Saratov a Rûsyayê dijîn êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk şermezar kiri û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.

Ciwanên Kurd ên li gundê Lobkî ya navçeya Yerşov a Herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên siyasî û leşkerî yên Tirkiye li Bakur û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Li ser navê Tevgera Ciwanan Maxsûd Ûsmanov axivî û diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku Kurd enceq bi yekîtiyê dikare dijminê Kurdan têk bibe. Osmanov got: “Erka hemû Kurdan e ku li ber êrîşên dagirkeriyê rabe, bi taybet divê ciwan û jin bi xurtî cihê xwe di têkoşînê de bigirin û têkoşînê mezin bikin.”

Osmanov daxuyakirin ku dijminê gelê Kurd ji aliyê Têkoşîna Azadiya Kurd ve li ber têkçûnê ye, hinek hevkar-xayînên  mîna PDK’ê ji bo pêşiya vê hilweşîna dijmin bigire, dixwazin ciwanên Kurd bikar bîne û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk li ber berxwedana gerîla têk çûye, bi xistina deweryê ya pêşmergeyên PDK’ê dixwaze şerê Kurd bi Kurdan derxîne û ji vê serketinê bi dest bixe.”

Osmanov diyar kir ku nedîtina berxwedana gerîla û gelê Kurd a ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê wateya destekdayîna dijminê gelê Kurd û got: “Armanca konsepta li Rojava, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê teslîmgirtina gelê Kurd e. Em ciwanên Kurd ên li Rûsya dijîn heta dawiyê destekê didin vê têkoşînê û çalakiyên xwe didomînin.”