Ciwanên enternasyonalîst daxwaza azadiya Ocalan kirin

Li Berlînê ciwanên enternasyonalîst bi mîtîngekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di mîtîngê de gelek nameyên amade kiribû, ji bo NY’yê hatin şandin.

Ciwanên enternasyonalîst li bajarê Berlîn ê Elmanya bi dirûşma ‘Dema Azadiya Rêber Apo Hatiye’ mîtîngek lidar xistin. Mîtînga ku li Helmholtzplatz a Pernzlaûer Bergê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşê destpê kir. Di mîtîngê de bê navber dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hate qîrkirin.

Di mîtîngê de metna ku rojek ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî çawa derbas dibe, pêvajoya komploya navneteweyî tîne ziman hate xwnedin. Dîsa ciwanan broşurên pradîgmaya Ocalan vedibêje û pirtûkên wî dan nasîn û îmze hatin komkirin ji bo NY’yê bên şandin.

Di mîtîngê de wêneyên Mezlûm Dogan, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Mîchael Panser (Bager Nûjiyan’ Sarah Handelman (Sara Dorşîn) hatin hildan.

Mîtîng bi dirûşman qediya.