Ciwanan li Strasboûrgê li dijî tecrîdê çalakî kirin

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi beşdariya bi sedan ciwanên ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê li Strasboûrgê li dijî tecrîdê meşek hate kirin.

Bi şîara ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi hev re serhildan’ li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Saet di 12.00’an de li pêşiya gara trênê ya navendî ji bajarên cihê yên Fransayê û ji Elmanya û Swîsreyê ciwan li hev kom bûn. Di meşê de posterên Ocalan û PKK’ê hate hildan.

Di çalakiyê de ciwanan li dijî êrîşên li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hêrsa xwe nîşan dan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘PKK gel e gel li vir e’ hate berzkirin.

Meşa bi coş domiya û saet di 14.00’an de li Parka Etoîle ya Strasboûrgê mîtîngek hate kirin. Ciwanan di mîtîngê de govend gerandin û slogan berz kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê ciwanên li Ewropayê li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk her dem li qadan bin.