Ciwanan li Dortmûndê dagirkerî şermezar kirin

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.

Di mîtîngê de ku danê nîvro pêk hat, êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Ciwanan her wiha standa agahdarkirinê danîn û li ser êrişên dagirkeriyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Di çalakiyê de belavokek bi zimanê Elmanî hate xwendin. Çalakiya ku saetekê dewam kir, bi govend û dirûşmên ciwanan bi dawî bû.