Ciwanan li Bordeaûxê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li bajarê Bordeaûx a Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kurdisaniyên li ser banga aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li bajarê Bordeaûx a Fransayê  kom bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li Zap, Metîna û Avaşîn protesto kirin.

Di meşê de alên PKK û TCŞ’ê û flamayên Ocalan hatin hildan û bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ hatin qîrkirin.