Cenazeyê Ahmet Yaman wê sibe were veşartin
Wê ji bo siyasetmedarê Kurd Ahmet Yaman ê ku li Swîsreyê di 12’ê Çileyê de li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da, 15’ê Çileyê roja Pêncşemê merasîma cenazeyî were lidarxistin.
Wê ji bo siyasetmedarê Kurd Ahmet Yaman ê ku li Swîsreyê di 12’ê Çileyê de li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da, 15’ê Çileyê roja Pêncşemê merasîma cenazeyî were lidarxistin.
Cenazeyê Ahmet Yaman wê 15’ê Çileyê li navnîşana Friedhofverwaltung Am Rosenberg 5, 8400 Winterthurê were veşartin.
Saziyên Kurdan ên li Swîsreyê ên weke Konseya Demokratîk a Kurd Swîsreyên (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ji bo beşdarbûna merasîmê bang kirin.
Tê payîn ku siyasetmedarên Swîsreyî, dost û hevalên Yaman, saziyên Kurdan û Kurdistanî beşdarî mersîmê bibin.
Wefata Ahmet Yaman ê ku bi salên dirêj li Swîsre û seranserê Ewropayê di çarçoveya têkoşîna azadiya gelê Kurd de xebatên dîplomatîk meşand, di nava derdorên siyasî yên Kurd de bi xemgîniyeke mezin hate pêşwazîkirin.
Ahmet Yaman ê ku ji bo dabînkirina azadiya gelê Kurd ji ciwantiya xwe û pê ve têkoşiya, bi taybetî jî li gel xebatên xwe yên di warê karên derve û dîplomasiyê de bû yek ji wan kesan ku daxwazên gelê Kurd ji raya giştî ya navneteweyî re ragihandine.
Ahmet Yaman ê ku di sala 1998’an serdema komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de li bajarê Roma yê Îtalyayê nûnertiya karên derve dikir, bû yek ji aktorên dîrokî yê vê pêvajoyê.
Cenazeyê Ahmet Yaman ê ku di heman demê de yek ji damezrînerê Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Swîsreyê ye, wê li goristana Rosenberg a li Winterthurdê were veşartin.