Burokrasiya Elmanyayê êdî dîjîtal dibe

Bi qanûneke nû re ku li parlamentê hate qebûlkirin, formên qeydkirinê yên li Elmanyayê wê êdî dîjîtal bin.

Li Elmanyayê, di demeke nêz de wê qeyda danîşgehê, jidayikbûn, qeyda wesayitê, serlêdana destûrnameya ajotinê û hwd. wê bi rengekî online bên kirin.

Bi rêya qanûna nû, 575 karên ku beriya niha li Şaredariyan an jî saziyên pêwendîdar dihatin kirin, wê êdî li ser înternetê bên kirin.

Li gorî qanûna nû her kesên ji 16 salî mezintir, wê karibin qerta nasnameyê ya 10 salan bi rengekî bêdem karibin bi koda dîjîtal bi kar bîne.

Elmanya ji ber burokrasiya xwe ya ku giran dixebite, tê rexnekirin. Li gorî lêkolîneke li nava welatên Yekîtiya Ewropayê hate kirin, asta dîjîtalbûnê ya dewletê li Elmanyayê kêmî Estonyayê bû.